Sereke

Nadirê Kerem Nadîrov koça xweye dawî kir

Duh cabeke nebixêrîyê ji Komara Qazaxistanê gihîşte me.Em pê hesîyan wekî 89-salîya xweda ulmdar, kîmîkê Sovyêtê û Qazaxistanêyî bi nav û deng, doktorê ulmên kîmîyayê, profêsor û akadêmîkê akadêmîya Qazaxistanê Nadirê Kerem Nadîrov xwetirê xwe ji vê dinîyayê xwestîye û koça xweye dawî kirîye.

Girêdayî navê Nadirê Keremva gelek şuxulkarîyên ulmî, teşkîldarî ûşuxulkraîyên pêdagogî tên ber çava. Nadirê Kerem Nadîrov jîyana xwe pêşkêşî wê goveka ulmî kiribû.Ew bona emekê  nava şuxulkarîya xweda layîqî  xelatên Sovyêtê û Qazaxistanêye derecebilind bûye.Mîrata wîye nava wê govekêda nifşê nihara ma, yê ku wê îşê wî berdewam bike.

Nadirê Kerem Nadîrov wekîlekî rewşanbîrîya me bû, yê ku nava piranîya kurdada eyan bû. Nava van herdu salên dawîda em texmîn dikin, wekî cêrgên rewşanbîrên me bere -bere sêrek dibin.Bi undakirina her rewşanbîrekî xwe em wê derbê li ser xwe texmîn dikin. Em rehmê hemûyara dixwezin.

Guhdarên hêja, em, xebatkarên beşa kurdî, ya radîyoya  Ermenîstanêye Civakî serxweşîyê didine malbeta Nadirê Kerem Nadîrov, zarok û nebîyên wî, qewim û pismamên wî, heval- hogirên wî. Wefatbûna Nadirê Kerem Nadîrov zyana bi sirê bû bona  gelê me.Bila malbeta wî saxbe, bila serê gelê kurd saxbe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button