Sereke

Mexberên ermenîye li Tûşbê hatine tunekirinê

Mexberên ermenîye li nehîya Kalecîkê, li Tûşbê, bi têknîkê hatine tunekirinê.Ev cîh dikeve nava provînsîya Wanê û piştî komkujîya ermenîyaye sala 1915-a ew der vala mabûn.

Dêr û mekteba Kalecîkê nava wededa xirav bûne, lê piştî erdheja Wanê li wandera avayî hatine çêkirinê. Mexberên ermenîye li vê nehîyê bi mecalên têknîkî hatine tunekirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî li wan cîha, li hemû dera hestû belavbûyîne, yên ku bi xwelîyêva hatine veşartinê.

Parlamêntvanê  HDP-êyî ji Wanê Mûrad Sarîsaç pirsa derheqa tunekirina mexberada pêşda kişandîye, ku li parlamêntê bê lênihêrandinê û hîvî kirîye ku cîgirê serokê Tirkîyayê Fûad Oktayî bersivên wan pirsa bide, yên ku girêdayîne xirabkirina mexberên ermenîva.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button