Sereke

Ji 1-ê cotmehêda wê li hemû cîha bibe borcdarî, ku hemû xebatkar mehê du cara têsta koronavîrûsê teslîmkin

Ji 1-ê cotmehêda wê li hemû cîha bibe borcdarî, ku hemû xebatkar mehê du cara têsta koronavîrûsê teslîmkin. Derheqa wê yekêda, wextê civîna hukumatê, wezîra saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye.

Bi gotina wê, cudatî tenê  wî çaxî wê hebe, wextê ku xebatkar vaksînîzasîyakirîye, yan jî hemleye, yan jî vaksînîzasyîakirin bona wê yan jî wî nebaşe.

“Em hîvîyêne,  merivên ku dixwezin bêne vaksînîzasyîakirinê wê zêdebin û emê hazirbin wana qebûlkin”,- Avanêsyanê gotîye.

Avanêsyan berbirî welatîya bûye ku rûyê vê nexweşîyêda gerekê hişyarbin û maska bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button