Sereke
Makron: bi hezara êzdî hê nikarin vegerine Şengalê
Li Mûsilê, li ber dêra li wir, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron derheqa kurdên êzdîda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî li Mûsilê bi hezara êzdî hene, yên ku ji konflîktê revîne û rûyê bêqezîyabûnêda nikarin paşda vegerine Şengalê. “Ev nehyî niha ji alîyê Tirkîyayêda tên êrîşkirinê û ew yek dijwarîya pêşda tîne ku wandera bidine dasekinandinê”,- Makron gotîye.
Serokê Fansîyayê Êmanûêl Makron çûye Mûsilê û li wir rastî şuxulkrarên mesîhîyaye ruhanî hatîye. “Em tevî hukumata Îraqê li ser projeya dixebitin, bona ku bikaribin meriva paşda vegerînine li nehîyên wane jîyînê”-,- Makron gotîye.