Sereke
Serokê Fransîyayê çûye Kurdistanê: wêne

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron duh şebeqê çûye Hewlêrê. Eva seredana Makrone ewline li paytexta Herêma Kurdistanê.

Makron û dêlêgasîya tevî wî, nava wanda usa jî wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan Îv Lê Diryan, ji alîyê serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serekwezîr Qubat Telebanî, cîgirên serokê Kurdistanê Mistefa Sehîd Qadir û Cefer Şêx Mistefa, konsûlê Fransîyayêyî li Hewlêrê û cêrge wezîrên hukumata herêmêda li firegeha Hewlêrê hatine pêşwazîkirinê.

Eva rasthatina pêncaye, ya di navbera serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîye tevî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron.
