Sereke

Serokê Adirbêcanê ermenîyên Qerebagê çawa “dijmin” nav kirîye

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, anegorî sîyasîya xweye salên dirêj, ya dijî emenîya, ermenîyên Qerebagê çawa “dijmin” nav kirîye.Ewî berê jî nêzîkbûna xweye faşîstîye hindava ermenîyên Qerebagê venedişart û şedetîyên wê yekê gelekin.

Feqet, wextê teşkîldarîya li Şûşîyê derbazbûyî, elametîya Elîyêve dawîyê cuda dibe. Serokê Adirbêcanê xwe mikur hatîye, wekî bi çiqasîva jî ew ermenyên Qerebagê hiz nake, bi awqasîva jî ji wana ditirse.

“Min bi xwe cîhê çêkirina hotêla pêncsteyrkêye nû li wî cîhî bijart, li kîderê dijmin avayê “Parlamênta Komara Qerebagê” çê dikir. Ew yek bona wê yekê dihate kirinê ku qerfê xwe li me bikin. Femdarîya “Komara Qerebaga Çîya” tune. Hîmê vî avayî îdî danîbûn û xebata kevira jî serhevda hatibû. Bi teslîmkirina min, holika vî cinî li Şûşîyê hate tunekirinê”,- Elîyêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button