Sereke
Bekûyê îdî hejmara 11 OOO kuştîya qebûl kirîye: ew hejmar ya dawî nîne
Anegorî qirara hukumata Bekûyê, nava salan 2O21-2O25-da 11OOO malên jîyînê gerekê bidine malbetên kuştîyên wextê şêr.Bekû elam dike, wekî 3OOO kuştî û 1OOO birîndarên wê hene. Hukumata Tirkîyayê pêşda elam kiribû, ku wê piştgirîyê bide malbetên 6OOO kuştîya.
Bekû hejmara kuştîya û birîndara vedişêre, lê ev teşkîldarî zyana rast bere-bere didine eşkerekirinê. Anegorî gotinên pêşezanên navnetewîye leşkerî, zyana Bekûêye merivaye wextê şerê sala 2O2O-î dighîje 2O-25 OOO-î.
Elîyêv gotîye, wekî heger 9-ê mijdarê şer nehata sekinandinê, zyana wan wê diha zêdebûya.Bekûyê dikaribû eskerê xwe bi temamî undakira.