Îro roja Komara Arsaxêye

2-ê îlonê 3O salîya dêklarasîya Komara Arsaxê demam dibe.
Sala 1991-ê, 2-ê îlonê li Stêpanakêrtê civîna parlamêntvanaye nehîyê û civîna şêwira nehîya Şahûmyanê derbaz bû, li kîderê dêklarasîya Komara Qerebaga Çîya hate qebûlkirinê. Hema wê salê, 1O-ê kanûnê rêfêrêndûm hate derbazkirinê, li kîderê dêklarasîya Komara Qerebaga Çîya hate îzbatkirinê.Ewê rojê 99 selefê binelîyên Qerebaga Çîya bona serbestîyê dengê xwe dan.Piştî rêfêrêndûmê, bi hilbijartinên parlamêntîyê, parlamênta Qerebaga Çîya hat sazkirinê.
Em 3O salîya salvegera dêklarasîya Arsaxê bi bi dijwarî qebûl dikin, lê şerê Arsaxê, şerên nîsanê û yên 44 roje nîşan dide, wekî cimeta Arsaxê ji rêya ku wê bijartîye, dûr namîne. Li civîna parlamêntê, ya ku pêşkêşî 3O salîya dêklarasîya Komara Arsaxê kiribûn, wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan elam kirîye, wekî naskirina Arsaxê bûye û wê bimîne rêya sîyaseta dere navnetewî.
Wezîr usa jî daye kifşê,wekî parstina sûbyêktîvîya Komara Arsaxê, vê hemtêkstêda pêwîstîya yektîya Ermenîstan- Arsax-dîasporayêye sêalîye girînge.