Rojnama “Komara Ermenîstanê”: cabdarî wê qewimandina şêr bide kêmkirinê
“Adirbêcan hazir nabe nava encamên şerê Arsaxêyî duemda bi topraxên Arsaxê û ermenîva razîbe, lê meremê wê heye ku bi piştgirîya Tirkîyayê heyîna dewleta ermenî bike bin qezîyayê. Derheqa wê yekêda şiroçî û pêşezanên Ermenîstanê gotine û dibêjin.Atmosifêra cezanekirinê mecalê dide tifaqa tirka-azêrîya diha eşkere derheqa wê yekêda xeberde. Nava xeberdana xweda sîyasîzanê azêrî Arif Yûnês gotîye, wekî nenihêrî wê yekê ku Îlham Elîyêv dibêje wekî nava encamê binketina Ermenîstanêda, şer ser hevda hatîye, lê diqewime yan sala 2O24-a yan jî 2O25-ê şerê Arsaxêyî sêem destpêbe.
Bona sekinandina xwestinên tirka-azêrîya, Ermenîstan berê ewlin dikare bona xirabkarîyên şêre mîyasekirî van herdu welata li ber cabdarîyê bide sekinandinê. Bona wê yekê cêrge mêxanîzmên navnetewî hene, û ewê bona hukumkirina li ser Tirkîyayê û Adirbêcanê bi girîngîya xwe berbiçevbin”.