Sereke

Li Vanazorê mexberên 5OOO salî hatine dîtinê /wêne/

Wextê  xebatên modêrnîzasîyakirina sîstêma Vanazorêye avê, mexberên 5OOO salî dîtine. Derheqa wê yekêda arxîtêktorê Vanazorêyî sereke Sûrên Abovyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî xebat hatine sekinandinê û ew berbirî organa dewletêye anegor bûne. Koma arxêolocî cîda nasîya xwe daye wan nimûna.

“Ev nimûnên li wir dîtî şedetîyê didin, wekî li Vanazorê  hê 5OOO sal pêşda meriv diman û kûltûra wan jî ya bilind bûye”,-Abovyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button