Sereke

Koalîsîyona navnetewî 15O heb têknîka leşkerî daye pêşmerga

Koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê 15O heb avtomaşînên leşkerî dane hêzên Kurdistana Îraqêye pêşmerga.Eva beşa piştgirîyêye hevta ye, ya ku gerekê îzinê bide hukumê hêzên kurdaye li ser DAÎŞ-ê bê zêdekirinê û cedandinên navnetewîye  bona tunekirina koma têrorîstî bêne aktîvkirinê.

Wextê heytehola teslîmkirina têknîka leşkerî, gênêral Emîr Kerîm gotîye, wekî ev têknîka leşkerî piştî wê yekê hatîye dayînê, wextê ku hêzên pêşmerga hînbûna xwe ser hevda anîne.

Wekîlê koalîsîyona navnetewî Wêyn Maroto Twittera xweda nivîsîye, wekî koalîsîyona navnetewî mînanî berê piştgira pêşmerga ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button