Sereke
Leşkerên amêrîkî li provînsîya Sûrîyayêye Hesekê têrorîst dîl hildane
Helîkoptêra hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye hewê roja sêşemê li provînsîya Sûrîyayêye Hesekê koma leşkera peya kirîye. Leşkerên amêrîkî, bi piştgirîya komên şerkarên kurd, opêrasîyon dijî komên DAÎŞ-ê mîyaser kirine.
Hatîye ragîhandinê, wekî opêrasîyon li nehîya Têl Hamisê derbaz bûye. Leşkerên amêrîkî li gundê Ên Nafaylê çend mal hildane, li kîderê çekdarên DAÎŞ-ê xwe veşartibûn û meriv tevî xwe dîl biribûn. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk jî tevî wê opêrasîyonê bûne.