Sereke
Teqîna li bajarê kurdayî li Sûrîyayê
8-ê îlonê li bajarê kurdayî li Sûrîyayê Serê Kanîyê teqîn qewimîye. Em bêjin, wekî ew bajar bin kontrola eskerê tirka û piştgirên wane îslamîstdane.
Anegorî gotinên kanîyên înformasîyon, teqîn qewimîye û rûyê wê yekêda binelîkî sîvîl hatîye kuştinê. Teşkîleta Sûrîyayêye mafparêz «SOHR» -ê ragîhandîye, wekî merivê ku hatîye kuştinê welatîyê Îraqê ye û înformasîyonên başqe derheqa wî merivîda tunene. Rûyê wê teqînêda zyana matêrîyalî gihîştîye dor-bera.
Hetanî niha tu organîzeyekê cabdarîya wê teqînê hilnedaye ser xwe.