Sereke

Em rewşa Qerebga Çîya safîbûyî nabînin: bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê

Çi ji destê me tê em dikin,wekî herdu alîya  dîsa vegerînin bin  koma Mînskê dora sivira hevraxeberdana, çimkî em dibînin pirsgirêk piştî hevraxeberdana dikare bê çareserkirinê.Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana, Lîn Trêysya bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê, gotîye.

 «Sêkrêtar Blînkên gelek cara sozê me  daye dîyaririnê. Şerê 3O sale û halê sincirî nava şevekêda nikare bê çareserkirinê.Lê tiştên baş hene û em qîmet didine wan, û çawa me da kifşê rewşa Qerebaga Çîya çafîbûyî nîne û ewê rojeva koma Mînskêda bimîne»,- ewê got.

Baylozê da kifşê, wekî hukumata Ermenîstanê gotîye, ewê gotûbêjkirinên berfireh derbaz neke, heta ku pirsa girtîya neyê safîkirinê: « Çawa zanin Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî  hinek gav avîtine, hevalkarên rûs jî xebat kirine û hinek serkevtinên me hebûne. Hêvîyên me heye, wekî emê berbi niqitkekê  herin, gava ku  hemû  dîl paşda vegerin».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button