Sereke
Nîkol Paşînyan û Alêksêy Mîllêr pirsên hevkarîya ermenîya-rûsaye ênêrêgtîkî gotûbêj kirine
Nîkol Paşînyanê serekwezîr serokê îdara «Gazprom»-ê Alêksêy Mîllêr qebûl kirîye.
Serekwezîr gotîye, wekî kampanîya «Gazprom»-ê nava goveka ênêrgêtîkayêda hevkara Ermenîstanêye stratêcî ye û hukumat pêşkeftina hevkarîya kardar girîng hesab dike.
Alêksêy Mîllêr bona qebûlkirinê razalixî elamî serekwezîrê Ermenîstanê kirîye û şuxulkarîya «Gazprom»-ê ya li Ermenîstanê, bernamên wê, raber kirine û daye bawarkirinê, wekî « Gazprom» hazir e hemû pirsên pêşîya xwe danî mîyaser bike.
Tevbûyên rasthatinê şuxulkarîya hevkarîya ermenîya-rûsaye nava goveka ênêrgêtîkayêda û pêrspêktîvên pêşkeftinê gotûbêj kirine. Cêrge pirsên derheqa şuxulkarîya kampanîyayêda hatine gotûbêjkirinê.