Sereke

Dêmarkasîya û dêlîmîtasîya sînora gerekê bê kirinê: Paşînyan

Dêmarkasîya û dêlîmîtasîya sînora tê lêkolînkirinê û gerekê baza dokûmêntaye wextê serbestbûna komarên Sovyêta berê gerekê bêne lênihêrndinê. Derheqa wê yekêda, wextê civîna parlamêntê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Çawa bersiva pirsa Artûr Xaçatryanê ji fraksîya “Ermenîstan” ku bona çi kifşkirin û dîyarkirina sînora 15-ê cotmeha sala 2O18-a nehatîye kirinê, wextê ku halê Ermenîstanê diha baş bû, Paşînyan gotîye,wekî wextê gotûbêjkirina bernama hukumatê, hê pêşda jî hatibû elamkirinê, ku şuxulkarîya dêmarkasîya û dêlîmîtasîya sînora gerekê bê destpêkirinê. “Me usa jî çawa bersiva elametîya hemsedirên koma Mînskê  elam kirîye ku em hazirin tevî Adirbêcanê şuxulkarîya edil destpêkin”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr gotîye, wekî dema kişfkirina wedê parlamêntvan, şuxulkarîya hevraxeberdana derbaz bûye.

Bi gotina Paşînyan, ew hemû tişt tê lêkolînkirinê. “Li wir gelek şedetî hene, yên ku gerekê bêne lêkolînkirinê. Ew stratêcîya ku me kirîye nava bernama hukumatê û me ew yek pêşda kişandîye, emê bi wêva pêşda herin. Belê, ez difikirim, wekî kifşkirin û dîyarkirina sînora gerekê bê kirinê. Nava wê hemtêkstêda wê diha baştirbe, heger em  hemû mecala û rîska rast raberî  welatîya bikin.Hukumata me wê bi wê rêyê pêşda here”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button