Sereke

Niha dora projeya çêkirina rîya nûye bi dirêjaya sivdera Laçînê hevraxeberdan derbaz nabin: Paşînyan

Bona çareserkirina tevgirêdana di navbera  Ermenîstanê û Qerebagêda, niha dora projeya çêkirina rîya nûye bi dirêjaya sivdera Laçînê, hevraxeberdan derbaz nabin.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê, wextê dayîna bersiva pirsa Tîgran Abrahamyanê parlamêntvan, gotîye.

Parlamêntvan bîr anîye, wekî xala şeşa, ya elametîya 9-ê mijdarêye sêalî, têra dibîne wekî nava sê salên pêşîya meda wê projeya derheqa çêkirina rêya nûye bi dirêjaya sivdera Laçînê bê biryarkirinê, ya ku wê tevgirêdana Qerebagê û Ermenîstanê bide çarserkirinê û pêşerojêda, bona parastina wê rêyê, parsekerê rûsaye aşîtîparêz wê cîguhastî li wir bibe. Ewî pirs daye ku gelo dora wê têmayê hevraxeberdan derbaz dibin , yan na û rêya nû wê kîderêra derbazbe. Parlamênvan gotîye, ku arsaxî şikberin, wekî ew rê wê  dora cêrge gund û bajarara  derbazbe.

Paşînyan gotîye: “Niha bi vê têmayê tu hevraxeberdan derbaz nabin. Gotûbêjkirinên xebatê bi tevbûna serokatîya Arsaxê û wekîlên hêzên rûsîye aşîtîparêz derbaz bûne. Pêşezanên me jî wê bighîjine wana, pêşnîyarên konkrêt wê bêne pêşdakişandinê û gotûbêjkirinê”.

Serokwezîr bîr anîye, wekî xala şeşa dide kifşê wekî ew yek gerekê bi qayîlîya alîya bê kirinê.Ewî daye bawarkirinê, wekî wextê gotûbêjkirina hemû tişt wê bêne kirinê,  bona ku berjewandîyên cimeta Arsaxê û Ermenîstanê bêne parastinê.

 Çi ku derheqa gundên Qerebagêdane, ewî gotîye  wekî ew yek pirsa pêşine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button