Sereke

“Armanca Tirkîyayê tunekirina kurda ye”: şuxulkara ji Sûrîyayê bangî Rûsîyayê kirîye ku tirka bidine zeftkirinê

Hemsedira komîtêya Şêwira Sûrîya Dêmokratîk Îlham Ahmedê sozdayînên derheqa xweykirina rêjîma agirbestêye li bakûrê Sûrîyayê anîye bîra Rûsîyayê, û daye dîyarkirinê, wekî tirk wê yekê diteribînin.

Rûsîya gerekê îzinê nede tirka ku ew êrîşî ser Sûrîyayê bikin, nava wanda usa jî êrîşên ji hewê. Derheqa wê yekêda Îlham Ahmedê, wextê hevpeyvîna tevî rojnama “Komêrsant”-ê, gotîye.

Ewê bîr anîye wekî Moskva li Sûrîyayê çawa garanta bêqezîyabûna binelîyên Kurdistanê ye. Nenihêrî wê yekê, wekî Enqere wê yekê qebûl dike û borcdar dibe ku êrîş neke, lê gelek cara ew sozdayîn tên teribandinê.

“Tabîya Tirkîyayê her dem ya agrêsîv bûye, tirk her dem êrîş dikin, êrîşê tînin ser sînorên me û merivên me.Me cêribandîye wê fikirê bighînine Rûsîyayê, wekî armanca Tirkîyayê tunekirina kurda ye… Wekîlên Rûsîyayê gotine, wekî ewê bixebitin ku agirbesta destanî berdewam bibe”,-Ahmedê gotîye.

Bi fikira wê, Tirkîyayê bakûr-rojhilatê Sûrîyayê okûpasîya kirîye û dijî binelîyên kurd xirabkarîya mîyaser dike, dêmografîya li wir diguhêre. Bo wê yekê jî, Îlham Ahmedê bangî Rûsîyayê kirîye ku mêxanîzma helkirina pirsgirêkêye edil hazirkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button