Sereke

Îraq 55 mihacirên li Sûrîyayêye li qampa “Al-Xolê” paşda qebûl dike

Armanca serokatîya Îraqê heye ku 55 mihacirên ji qampa “Al Xolê”, ya ku li bakûr-rojhilatê Sûrîyayêye, ya li Kurdistana Sûrîyayê, li cem xwe qebûlke. Nava mehên dawîda bi deha kuştin li qampê qewimîne.

Kanîyên admînîstratîve li qampê îzbat kirine, wekî navnîşa 55 mihacirên îraqî hatîye raberkirinê,  kîjana wê bibine li qampa “Al-Cadayê”, ya li ser têrîtorîya Îraqê.

Li qampa Sûrîyayê bi destî endamên DAÎŞ-ê meriv tên  kuştinê. Ji destpêka salê hetanî niha 6O meriv hatine kuştinê û deh jî birîndar bûne, nava wanda usa jî mihacirên ji Îraqê. Xêncî mihacira, li qampê usa jî edamên DAÎŞ-ê yên girtî û malbatên wan hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button