Sereke

Bona rêya “bakûr-başûr” hukumat beşa Sîsîyan-Kacaranê çawa pirsa pêşin hesab dike: bona bernamê wê 487 mîlîyard diram bêne başqekirinê

Hukumatê qirar qebûl kirîye, ku  bernama beşa rêya “bakûr-başûr”, ya li beşa Sîsîyan-Kacaranê destpêkin. Mîyaserkirina çêkirina wê beşê çawa pirsa girîng tê hesabkirinê.Cîgirê wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Vaçê Têrtêryan daye dîyarkirinê,wekî mîyaserkirina wê bernamê wê meclê bide rêya ku Îranêva dide girêdanê, bidine modêrnîzasîyakirinê û bêqezîyabûna nehîyên Ermenîstanêye  başûr bidine çareserkirinê. Li wir  çend pira wê bêne çêkirinê. Bi dirêjaya 12,5 kîlomêtra wê çend tûnêl jî bêne çêkirinê.Tûnêla here dirêj wê ya Bargûşatêbe, dirêjaya kîjanê wê bighîje 8,6 kîlomêtrî.Bahê çêkirina wê beşa rê, wê bighîje 487 mîlîyard diramî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button