Sereke

Salek piştî şerê 44 roje

Îro salvegera şerê Arsaxêyî 44 rojeye.

Piştî salekê, îro 27-ê îlonê sibê zû seheta 7:OO ji Arsaxê behsên ewlin hatine bihîstinê, wekî Adirbêcanê êrîşên ji hewê destpê kirine.

Opêrasîyonên li ser xetên arsaxîya-azêrîya bi berfireyî pêşda diçûn, usa jî li  hinek beşên ermenîya-azêrîya.

Piştî 44 roja, sala 2O2O-î  1O-ê mijdarê bi navçîgarîya Fêdêrasîya Rûsîyayê peymana aşîtîyê hate îmzekirinê, anegorî kîjanê beşên Arsaxêye pirê ketine bin kontrola Adirbêcanê, hemû nehîyên ji Qerbagê  Çîya der, xêncî sivdera Laçînê, bajarê Şûşîyê, beşên Hadrûtêye mezin, hinek gundên Askêranê û  Martakêrtê, lê sînorên Arsaxê aşîtîparêzên rûs xwey dikin.

Şerê 44 rojeda 377 meriv  bûne cangorî. Gorî serokwezîr Nîkol Paşînyan   37O2 leşkerin, lê 75 binelîyên sîvîlin, cîhên 243 leşkera neeyane.

Anegorî melûmetîyên kontrolkirina Komara Arsaxêye dewletê, heya niha cinyazên 167O merivî nehatine dîtinê. Li beşên Arsaxê xebatên lêgerînê berdewam dibin.

Tirkîyayê eşkere alîkarîya leşkerî dida Adirbêcanê.Têrorîstên  kirêkirîye ji Sûrîyayê dijî ciwanên ermenî şer dikirin.

Gelek welata pevçûyîn şermezar kirin, bangî alîya dikin agirbestê rawestînin û destbi hevraxeberdana bikin.

Salek derbaz bûye, statûsa Arsaxê nehatîye çarserkirinê. Adirbêcan û Tirkîya bona hevkarîyê peymana datînin.

Duh li bajarên Ermenîstanê û Arsaxê meş derbaz kirin, bo bîranîna şihîdên şerê Arsaxêyî 44 roje.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button