Sereke

Hakob Arşakyan baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn qebûl kirîye: xeberdan derheqa pirsgirêka Qerebagêda çûye

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn qebûl kirîye.

Hatîye ragîhandinê, wekî Hakob Arşakyan baylozê Rûsîyayê, girêdayî hilbijartinên parlamêntîyêra, pîroz kirîye.Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa pirsgirêka Qerebagêda jî çûye. Hakob Arşakyan bona piştgirîya Rûsîyayêye bo helkirina pirsgirêkên hûmanîtarîye piştî şerê 44 roje, razalixî elamî bayloz kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan gerekê lez dîlên ermenîye leşkerî, anegorî elametîya mijdara sala 2O2O-î, paşda vegerîne.

Bayloz sirîya xweda daye dîyarkirinê,wekî ew pirs merkeza guhdarîya serokatîya Rûsîyayêdane.

Cîgirê serokê parlamêntê rola dîplomatîya parlamêntîyê girîng hesab kirîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî zûtirekê wê dêlêgasîyayên parlamêntê bêne sazkirinê û wê tevî civînên parlamêntîyêye nava Hevalbendîya Welatên Serbest û Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bibin.

Xeberdan usa jî derheqa hevkarîya parlamêntîyêda çûye.

Sala 2O22-a 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîye di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda demam dibe. Girêdayî wê yekêra cêrge pirsên wê rojevê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button