Sereke

Reqasên koma kurdîye reqasêye li Yêrêvanê

Li merkeza Yêrêvanê, li meydana « Azadî»-yê, bi raberkirina alên ermenî û  kurdî, pêşdahatina koma Silêmanîyêye stirana û reqasêye miletîyê derbaz bûye.

Koma ji Kurdistana Îraqê hatibû Ermenîstanê ku tevî fêstîvala navnetewî bibûya û usa jî bona raberkirina reqasên kurdîye miletîyê li ber temaşevanên ermenî.

Bi saya wê yekê, wekîlên dîyaspora kurdaye li Ermenîstanê, xwendikarên kurd û ermenîye ji îdarên xwendinêye bilind, tûrîst û teşkîletên  ermenîye ciwana berev bûn. Bona teşkîlkirina wê yekê, teşkîldara razalixî elamî şaredarîya bajarê Yêrêvanê û teşkîleta «Dostîya ermenîya û kurda» kirine.

«Em gelekî şane, wekî li meydaneke Yêrêvanêye merkezî konsêrt hate teşkîlkiinê û mera li hev hat ku em çanda kurdîye miletîyê raberkin»,- hemsedirê teşkîleta  «Dostîya ermenîya-kurda» Hêmin Mamreş gotîye, yê ku tevî komê ji paytexta Kurdistana Îraqê hatîye Yêrêvanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button