Sereke

Сerokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazîya Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn beg û Babe Şêx Şêx Elî Şêx Eliyas kir

Сerokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazîya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn beg û babe Şêx Şêx Elî Şêx Eliyas kir

Di civînê de pêbendbûna hukumeta Herêma Kurdistanê bo xizmetkirina zêdetir ya Êzidîyan dîyar kir ku, weke hertim piştîvan û parêzerê bihêz yê mafên wan dibe.

Her wiha Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, hukumeta Herêma Kurdistanê tevahîya hewlên xwe bi tevger kirîye da ku, bi hevkarî û hemahengîya hukumeta fêdêralî û civaka cîhanî, Şengal were avedankirin û xelkê Şengalê jî bi serfirazî vegerin ser cîhên xwe.

Mîr û babe Şêxê Êzdîyan rixmî bal kişandine ser girîngîya cîh bi cîhkirina rêkeftina Şengalê û normalkirina rewşa deverê, spasî û rêzdarîya xwe bo qebûlkirina cîh bi cîhkirina çend projeyên xizmetgozarî ji alîyê hukumetêda dîyar kir, weke bi nahîyekirina herdu komelgeyên Xankê û Şarîya, ku ev yek jî di çarçoveya guhertinên îdarî yên li sînorê Parêzgeha Dihukê da pêk hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button