Sereke

Paşînyan: pirsgirêka Qerebagê grekê li ser prînsîpên koma Mînskê bê hîmdanînê

Dew û doza Qerebagê gerekê li ser wan prînsîpên eyan bê hîmdanînê, piştgirîya kîjana dikin hemsedirên koma Mînskê.Derheqa wê yekêda, piştî  hevdîtina tevî serokwezîra Lîtvayê Îngrîda Şîmonîtîyê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

 “Em tabîya Lîtvayêye balanskirî û çêkirinê, ya nava pirsa dew û doza Qerebagêda, bilind qîmet dikin”,-ewî gotîye.Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî hukumatê bona vekirina wedê aşîtîya herêmê, mandat stendîye.

“Meremê me heye bi rîya dîyalogê û altkirina atmosifêra dijminatîyê em bighîjine vî meremê girîng. Feqet, ez gerekê bêjim,wekî telebextra teribandinên rêjîma agirbestê diqewimin, pirsa paşdavegerandina dîlên leşkerî heye, elametîyên sêalî bi cûrê xwe şirove dikin û propaganda agrêsîv berdewam dibe, û ew  bi heyîna wê yekê hal sert dike û bona aşîtîya di navbera cimetada dijwarî pêşda tên”,-serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button