Sereke
Nêçîran Barzanî: «Serokê Kirkûkêyî bi sirê gerekê kurdbe»
Serokê Kirkûkêyî bi sirê gerekê kurdbe. Derheqa wê yekêda serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wextê mîtînga bona hilbijartina, gotîye.
«Em ji halê li Kirkûkê û serokatîya wê nerazîne, çimkî eva admînîstrasîya kifşkirîye, lê ne ku ya ji alîyê cimeta Kirkûkêda hilbijartî»,- Barzanî gotîye.
Dêmografîya Kirkûkê nava dehsalîyada hatîye guhartinê, çimkî ew tê erebîzasîyakirinê.
«Bona kurda hatîye qedexekirinê, ku serokatîya Kirkûkê bikin û piranîya birayên tirkmên ji wê serokatîya niha nerazîne»,- Barzanî gotîye.