Wezîrên Ermenîstanê û Adirbecanêye karên der pevketine ku bin bandora hemsedirada bona gotûbêjkirina pirsên hûmanîtarî rastî hevdu bên
Wezîrên Ermenîstanê û Adirbecanêye karen der pevketine ku bin bandora hemsedirên koma Mînskêda, bona gotûbêjkirina pirsên hûmanîtarî rastî hevdu bên.Gilî derhea cêrge pirsên hûmanîtarîdane, nava wanda usa jî pirsa paşdavegerandina dîlên ermenî, yên ku li Adirbêcanê bi neqanûnî tên xweykirinê.
« Gotûbêjkirina pirsaye bi vê formatê, destpêkirina şuxulkarîya hevraxeberdana tiştê slavkirinêye û ew anegorî berjewandîyên Ermenîstanê û Qerebagêye. Em careke mayîn dibêjin, wekî pirsgirêk hekirî nîne. Adirbêcan hiz dike bêje, ku pirsgirêk îdî tune, lê ez difikirim, wekî ev yek ji alîyê civaka navnetewîda jî tê qebûlkirinê, wekî pirsgirêk heye û ew gerekê bê helkirinê»,-Mîrzoyan gotîye.
Mîrzoyan pêşnîyar kirîye ku guhdarîyê bidine ser elametîyên hemsedirên koma Mînskê. Bi gotina wî, bi wê yekê hemû tişt hatîye gotinê.