SerekeSport

Gulaşgir, wekîlê ji miletê me, Malxasê Bîmbaş Amoyan bû çêmpîyonê dinîyayê

Wextê lehca gulaşêye hemdinîyayê,ya yûnanî-romanî, ya ku li paytexta Norvêcêye Osloyê derbaz bû, wekîlekî ji miletê me, Malxasê Bîmbaş, bin ala Ermenîstanêda pêşda dihat. Bona koma Ermenîstanê Malxas mêdala zêrîne ewlin qazanc kir.

Fînalêda ew rastî gulaşgirê ji Rûsîayê Sergêy Kûtûzov hat û li wir jî gîhîşte serkeftina dawîyê.

Malxasê me 22 salîye, li bajarê Yêrêvanê dijî. Ew brazîyê gulaşgirê dinyayêda eyan Romanê Hesen Amoyane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button