SerekeSîyasî

Hemsedirên koma Mînskê derheqa hazirîya seredana xweye li herêmê elam kirine

Hemsedirên koma Mînskê Stêfan Vîskontî /Fransîya/, Êndryû Şofêr /ŞAY/ û Îgor Xovayêv /Rûsîya/, 7-8-ê cotmehê li Cênêvayê tevî wekîlê Orgenîzeya Netewên Yekbûyî, yê alîyê pirsên mihacira, Fîlîpo Grandî û cîgirê serokê komîtêya Xaçê Navnetewîyî Sor Jîl Karbonyê şêwirdarî derbaz kirine.

Wekîlê serokê Orgenîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê Ancêy Kaspirşîk jî tevî wan hevdîtina bûye.Hemû tevbûyên hevdîtina derheqa girîngiya xebata teşkîletên navnetewîye hûmanîtarî û çûyîna li herêmêye bêyî qedexekirin dane dîyarkirinê.

Hemsedira elametîyên Paşînyanê serokwezîr û Elîyêvê seroke baş qîmet kirine, kîjanada derheqa hazirîya hevdîtina dualîda hatîye dîyarkirinê.

Hemsedir bêsebir hîvîya wê yekêne, ku qewilên hevdîtina wî cûreyî gotûbêj bikin û careke mayîn elam kirine, ku hazirin pêşeroja nêzîkda li herêmê biqesidin û wan gava gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button