H’emû nûçeSereke
Li Dîyalê, li cîhê hilbijartina, merivek hatîye kuştinê
Roja yekşemê, li cîhê hilbijartinaye nehîya Dîyalêye Xaneqînê, merivek hatîye kuştinê, yek jî birîndar bûye. Hatîye ragîhandinê, wekî xebatkarê bêqezyabûnê berbi cimetê agir kirîye.
Anegorî înformasîa fermandarîya Dîyalêye opêratîv, li ber cîhê hilbijartina gelek meriv berev bibûn û sirêke mezin pêşda hatibû. Xebatkarên bêqezyabûnê cêribandine wê sire bidine rastkirinê û wî çaxî xebatkarekî polîsîyayê agir kirîye, rûyê çida merivek hatîye kuştine û yek jî birîndar bûye.