Sereke

Dew û doza Qerebagê hê helkirî nîne: li Moskvayê hevdîtina Pûtîn-Paşînyan derbaz bûye

Li Krêmlê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn derbaz  bûye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî bi silavkirina hevkarê xweyî ji  Ermenîstanê, serokê Rûsîyayê daye dîyarkirinê, wekî ew her dem bi têlefonê tevî Paşînyan nava pêwandîyadane, lê bona ku bighîjine encamên pêwîst, hevdîtinên  şexsî diha gelekî kardar derbaz dibin.

“Emê him nava atmosifêra formal û usa jî ya ne formalda xeberdin, karên pêşîya xwe gotûbêj bikin û derheqa pêrspêktîvada xeberdin. Zûtirekê li cem me wê civîna Hevalbendîya Welatên Serbest derbazbe û meyê bixwesta tevî we wedê wê bida rastkirinê. Wî alîda emê pirsên hevkarîyêye hîmlî gotûbêj bikin. Ez gelekî şame, ku we dibînim, hûn bi xêr hatine”,-Pûtîn gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê bona dewatkirinê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî nava sala îsalinda eva hevdîtina çara ye. “Bi fikira min hevdîtinên vî cûreyî şedetîya wê yekê didin, ku dînamîka pêwandîyên me bilinde û heleqetîyên meye tifaqdarîyê girîngin. Niha li herêma me û temamîya dinîyayê prosêsên dînamîk derbaz dibin û gelekî girînge ku tifaqdar zû-zû hev bibînin, qisekin. Mixabin, niha em nikarin bêjin, wekî li herêma me hal bi temamî qewîne. Çawa ku we dît dew û doz helkirî nîne û rola Rûsîyayêye nava pirsa bêqezîyabûna herêmê da mezine, ya ku usa jî hemsedira koma Mînskê ye.Ev hemû pirs jî girîngin û ez gelekî şame vê rojevê tevî we gotûbêj bikim”,- Paşînyan gotîye.

Em bêjin, wekî Nîkol Paşînyan bi seredana xebatêva li Fêdêrasîya Rûsîyayêye. Alîya  pirsên derheqa şuxulkarîya elametîyên sêalî da, ya 9-ê mijadara sala 2O2O-î û 11-ê çileya sala 2O21-ê, pirsên derheqa qewînbûna herêmê, dasekinandina pêwandîyên êkonomîkîda gotûbêj kirine.

Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn usa jî pirsên rojeva pêwandîyên ermenîya-rûsaye tifaqdarîyê gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button