Sereke

Me hevraxeberdan derheqa têrîtorîya Ermenîstana serbixweda derbaz nekirine, derbaz nakin û emê derbaz nekin:katibê şêwira bêqezîyabûnê

Me hevraxeberdan derheqa têrîtorîya Ermenîstana serbixweda derbaz nekirine, derbaz nakin û emê derbaz nekin. Derheqa wê yekêda katibê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Gîgoryan wextê hevpeyvîna tevî ajansa îranîye  «Tasnim»-ê gotîye.

Nava wan pirsên derheqa heleqetîyên ermenîya-îranîyada, ajansê usa jî pirsîye ku gelo li cem serokatîya Ermenîstanê qayîlîya bin sîyêda heye, anegorî kîjanê Ermenîstan dikare erd bide Adirbêcanê. Çawa bersiva wê pirsê, Armên Grîgoryan gotîye, wekî ew behs yên nerastin.

“Ez dixwezim zelal bidime dîyarkirinê, wekî serokatîya Ermenîstanê tu cara, diwekilînim tu cara, tu hevraxeberdan derheqa têrîtorîya Ermenîstana serbixweda derbaz nekirine. We bi xwe got, wekî cîgirê  serokwezîrê Rûsîyayê elam kirîye, wekî derheqa sivderêda gotûbêjkirin tune.Me bi xwe jî usa gotîye. Têma derheqa sivderêda dicêribînin sivdera Laçînêva bidine girêdanê.

Hevraxeberdan vekirî bûne û hemû kes jî zane, wekî derheqa sivdera Laçînêda nava doranên koma Mînskêda hevraxeberdan derbaz dibin.

Nexçêvan beşeke têrîtorîya Adirbêcanê ye û girêdana wêye sivdera Nexçêvanêva tê bêjî dicêribîne Qerebagê çawa beşeke Ermenîstanê naske. Ez dixwezim bêjim, wekî tu pirseke wî cûreyî nehatîye gotûbêjkirinê û wê neyê gotûbêjkirinê”,-Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button