Sereke

Şedetî derheqa armanca Adirbêcanêye bona paqijkirinên êtnîkî didine kifşê: li mehkema Haagayê şedetî hatine raberkirinê

Ermenîstanê li mehkema Organîzeya Netewên Yekbûyîye navnetewî gelek şedetî raber kirine, yên ku derheqa meremê Adirbêcanêyî paqijkirinên êtnîkî, zêrandina dîlên ermenî, nuxsankirina wan da didine kifşê.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî raberî mehkemê kirine wekî Adirbêcanê anegorî mafê navnetewîyî hûmanîtarî, elametîya 9-ê mijdarêye sêalî, borcdarî hildaye ser xwe ku hemû dîlên ermenî aza berde lê ew hetanî niha dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl aza bernade. Derheqa dîlên neîzbatkirîda jî hatîye gotinê. Rapotrkir gotîye û serda zêde kirîye wekî navên wan û înformasîyayên başqe hene û  derheqa wanda nehatîye îzbatkirinê. Ewî bîr anîye, wekî meha kanûnê jî li nêzîkî du gundên ermenîya, leşkerên ermenî dîl ketine.

Raportkir daye dîyarkirnê wekî şedetî hene, yên ku didine kifşê ku çawa dîla dizêrînin û wana nuxsan dikin.Cêrge şedetîyên başqe jî hene, yên ku didine kifşê ku çawa dîlên leşkerî û nevsên sîvîl jî şewitandine. Vîdêyoyên derheqa wê yekêda hema leşkerên azêrîya jî nava malperên sosîyalîda belav kirine.Ev hemû şedetî raberî mehkemê kirine. Hatîye dîyarkirinê wekî ew nuxsankirin niha jî berdewam dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button