Sereke
Agirkirinên Adirbêcanêye berbi malên gundê Yêrasxê kirinên têrorîstîne: parêzerê mafên mêriv /vîdêyo/
Şeva 16-ê cotmehê hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî berbi gundê qeza Ermenîstanêye Araratêyî Yêrasxê agir kirine û ew çawa kirinên têrorîstî tên hesabê. Bi ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“16-ê cotmehê şev, seheta 11-a, hêzên azêrîya gundê qeza Ermenîstanêye Araratêyî Yêrasxê dane ber gula. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew agirkirin bi armancên konkrêt hatine mîyaserkirinê.Ji agirkirina loda gîhê, ya binelîkî Yêrasxê, agir pê ketîye.
Kirinên vî cûreyî yên têrorîstîne.Ev kirin encamên dijminatîya serokatîya Adirbêcanê û sîyasîya faşîzmêne”,-Tatoyan nivîsîye.