Sereke

Artak Bêglaryan li Moskvayê cêrge pirsên derheqa dasekinandin û pêşxistina Arsaxêda gotûbêj kirine

Wezîrê Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan 18-19-ê cotmhê li Moskvayê  rastî doranên ermenî û rûsîye başqe hatîye û halê li Arsaxê, hewcetî û bernamên wê raber kirine.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî tevî serokê yektîya ermenîyên Rûsîyayê Ara Abrahamyan û  endamên komekê, usa jî tevî wekîlên dîyaspora ermenîye li wir, wezîrê Arsaxêyî dewletê derheqa xebatên dasekinandina Arsaxê, bernamên bona bêqezîyabûnê û pêşeroja qewînda raber kirîye.

Artak Bêglaryan gotîye wekî tevbûna dîyasporayê gerekê hebe, lê ew ne tenê bi cûrê matêrîyalî, lê usa jî bi kapîtala merivatîyêva  bê mîyaserkirinê.Ewî gotîye, wekî hetanî roja îroyîn Fêdêrasîya Rûsîyayê cedandinên aktîv dide xebatê û bêqezîyabûna Arsaxê tê çaresekirinê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî cimeta Arsaxê dixweze ku aşîtîparêz li Arsaxê dirêj bimînin.

Artak Bêglaryan usa jî gotîye, wekî dew û doza azêrîya-qerebagîya gerekê bi mecalê sîyasî bê helkirinê.

Wextê hevdîtina pevketinên konkrêt hatine destanînê, yên derheqa mîyaserkirina bernamên hûmanîtarî û pêşxistinêye li Arsaxê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button