Sereke
Li Ermenîstanê li cem 2603 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye
Anegorî hesabê 21-ê cotmehê seheta 11-a, li Ermenîstanê bi tomerî li cem 288906 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye. Ji wana 257352 meriv qenc bûne, 5902 wefat bûne, 24409 nexweş qenc dibin, bi tomerî 1.940.194 têst hatine kirinê.
Duh 14.928 têst hatine kirinê, li cem 2603 merivî neweşîya koronavîrûsê îzbat bûye.
827 meriv qenc bûne, 32 jî wefat bûne.
Duh 5 meriv wefat bûne, li cem kîjana nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye, lê ew ji nexweşîyên başqe wefat bûne.Hejmara yên usa bi tomerî 1243 -e.