Sereke

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv şedetîyên derheqa xirabkarîyên azêrîyada raberî endamên komîtêya Şêwira Avropayêye wezîra kirîye

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan koma raportkirên derecebilind, ya pirsên  dêmokratîyayê, ya wezîrên Şêwira Avropayê, bi serkarîya wekîlê Swêdêyî li Şêwira Avropayê Martên Êhnbêrg qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê wekîlê Ermenîstanêyî li Şêwira Avropayê Parûyr  Hovhannîsyan hazir bûye.

Şedetîyên derheqa xirabkarîyên azêrîyaye wextê şêr, yên derheqa zêrandinada, Arman Tatoyan tevî Sîranûş Sahakyana mafparêz raber kirine.

Parêzerê mafên mêriv xirabkarîyên wextê şerê sala 2O2O-î, yên ji alîyê azêrîyada mîyaserkirî, raber kirine.Ewî daye dîyarkirinê, wekî êrîşên azêrîya bi cûrê nemerivatî, bi serjêkirina û zêrandina hatine mîyaserkirinê. Ew yek him hindava dîlên leşkerî, him jî hindava dîlên sîvîlda hatîye kirinê”,-Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button