Sereke

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk eşaretîyê dide…

Nevsê partîya Kurdistanêye Dêmokratîkî derecebilind elam kirîye, wekî hemû  hêzên kurda bibin yek û paşê herine Bexdayê, lê heger usa nebe, hemû jî wê binkevin.

Derheqa wê yekêda sêkrêtarê byûroya partîyayêye sîyasî Fazil Mîranî  gotîye. Niha partîya Kurdistanêye Dêmokratîk hevdîtina tevî partîyayên sîyasîye mayîn derbaz dike, bona ku nêrînên xwe bikin yek û pêşîya hevraxeberdanên tevî Bexdayê dêlêgasîyayê hazirkin, bona ku tevî Bexdayê hukumata nû bê sazkirinê.

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, wextê hilbijartina, nava partîyayên kurdada cîhê ewlin girtîye.

“Heger em bi hevra neçine Bexdayê, emê binkevin”,- Fazil Mîranî gotîye Kurdistan 24-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button