Sereke

Adirbêcan hejmara dîlaye rast û cîhên wan vedişêre:wezîrê Ermenîstanêyî karên der û cîgirê serokê komîtêya xaçê Sor rastî hevdu hatine

Wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan cîgirê serokê komîtêya xaçê Sor Jîl Karbonîyê qebûl kirîye.

Bi girîng hesabkirina xebatên komîtêya xaçê Sor, Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî ev teşkîlet bi nêytralîya xwe cuda dibe, ya ku ji sala 1992-da him li Ermenîstanê, him jî li Arsaxê, şuxulkarîya xwe mîyaser dike.

Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa pêwîstîya sîstêmêye li Arsaxê çûye, li kîderê nava hemtêksta alîkarîya bo wan binelîyên zyanêketî pêwîste alî hal bikin, yê ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêda pêşda hatîye.

Mîrzoyanê wezîr daye dîyarkirinê, wekî pirsa pêşin dîsa ya dîlên leşkerî û merivên sîvîl dimîne. Ewî gotîye, wekî Adirbêcan dîsa konvênsîya Jênêvayê û elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î diteribîne, nava pirsa paşdavegerandina dîlada dijwarîya çê dike.Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî şedetîyên alîyê ermenîya, Adirbêcan hejmara dîlaye rast û cîhên wan vedişêre. Dêlêgasîya komîtêya xaçê Sor hazirî elam kirîye ku wê piştgirîya xwe berdewam bike, bona ku pirsên hûmanîtarîye rûyê şêrda pêşdahatî bêne helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button