Sereke
Koalîsîyona navnetewî beşeke dermanaye mezin gîhandîye hêzên pêşmerga
Koalîsîyîona bi serkaîya Ştatên Yekbûyî beşkeke dermanaye mezin bona alîkarîya doxtirîyê gîhadîye hêzên pêşmergaye li Hewlêrê. Derheqa wê yekêda nava elametîya hukumatêda hatîye dîyarkirnê.
Ji baza Hewlêrê ew dû-derman wê bêne şandinê û li ser heyşt pareskera bêne parevekirinê.
Tenê nava vê mehêda koalîsîyonê du beşên têknîka leşkerî daye hêzên pêşmerga.
Berdevkê koalîsîyona navnetewî Wêyn Marotto gotîye Kurdistan 24-ê, wekî piştgirîya koalîsîyonêye vî cûreyî alî komên pêşmerga dike, bo ku ew dijî têrorîzmê şerkarîyê bikin û bo ku Kurdistan qewînbûna herêmî bide bilindkirinê.