Sereke

Parlamênta Katalonîyayê admînîstrasîya kurdaye otonome li Sûrîyayê nas kirîye

Nevsên kurde fermî derheqa wê yekêda dane dîyarkirinê, wekî ew gav ya dîrokî ye, wextê ku parlamênta Katalonîyayê admîîstrasîya kurdaye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê nas kirîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî ji 129 parlamêntvana, 80 merivî dengê xwe dane naskirina Rojavayê.

“Kurd dibêjin, wekî dostên wane tek-tenê  çîyane. Ji roja îroyînda destpêkirî, cimeta Katalonîyayê wê bibe dosta wan”,-parlamêntvana Katalonîyayê Êûlalîya Rêgûantê gotîye.

Nava praktîkayêda ev yek çi dide kifşê, zelal nîne, lê nevsên fermî hesab dikin, wekî ev yek gaveke sîmvolîke, ya ku wê bibe naskirina berfireh, berbi çi jî serokatîya kurda dicedîne.

Nevsên kurdaye fermî dicedandin ku ji alîyê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda piştgirîya wî cûreyî hebûya.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button