Sereke

Tirkîyayê gotîye hêzên opozîsîya Sûrîyayê, ku xwe bona opêrasîyonên dijî kurda hazir bikin

Piştî derbgîhandinên bi rokêtaye li nehîyên bakûrê Sûrîyayê, yên ku bin kontrola komên piştgirên Tirkîyayêdanin, Enqerê bangî hevkarên xweye li Sûrîyayê kirîye, ku bona opêrasîyonên leşkerîye dijî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk xwe hazir bikin.

Serokê Partîya Yekîtîya Dêmokrtîk Salih Mislim elam kirîye, wekî her opêrasîyoneke tirkaye leşkerîye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê wê rastî berxudaneke berk bê. Ewî Tirkîya nava wê yekêda gunehkar kirîye, ku Enqere  dijwarîya bona helkirina krîzeya li Sûrîyayê çê dike.

“Tirkîya dixweze kurda û hemû miletên herêmê tune bike, û bi wê yekêva tevayî komên xweye li temamîya herêmê cîhwar dike”,-Mislim gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk tu cara êrîş nebirine ser sînorên tirka,çimkî ew qayîlnivîsara di navbera Rûsîyayê û Tirkîyayêda xweyî dikin, anegorî kîjanê hatibû dîyarkirinê, wekî  hêzên YPG gerekê 3O kîlomêtrî ji sînorê tirka dûrketîbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button