Sereke

Emê bi rêya sazkirina eskerê profêsîyonal pêşda herin:Paşînyan

Ermenîstanê pirs danîye pêşîya xwe, ku hersal şuxulkarîya parastina sînora diha gelekî bi destî eskerê sînorxweykir mîyaserke, Ermenîstanê berbi çêkirina eskerê profêsîyonal pêşda here. Armênprêssê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye.

“Byûcêya sala 2O22-a himberî ya sala 2O21-ê bi 11 selefîva zêde bûye û gihîştîye 345 mîlîyard diramî. Emê bi rêya sazkirina eskerê profêsîyonal pêşda herin û emê wê yekê gav bi gav bikin, doktrîna Ermenîstanêye parastinê bidine başkirinê”,-serokwezîr gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava atmosifêra bêqezîyabûnêye nûda parastina sînorên welêt çawa pirsa girîng dimîne.

Ewî gotîye, wekî deranîna hêzên azêrîyaye sîlihkirî, yên ku ketine têrîtorîya Ermenîstanê, usa jî kifşkirina sînora wê qewilên milahîm bona helkirina vê pirsê sazkin.

“ Çi ku derheqa stratêcîya welête parastinêdane, nava progirama hukumatêda me îdî daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan çawa welatê aşîtîhiz wê hêzên xwe ne ku bona agrêsîyayê pêşda bibe, lê bona parastina ji agrêsîyayê. Meremê Ermenîstanê tune têrîtorîyayên nû dagir bike”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button