Sereke

Li Tirkîyayê elametîya derheqa derxistina dîplomatada cêribandina afûkirina “krîzeya êkonomîkî”ye

Biryara serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogane derheqa derxistina baylozên deh welata, yên ku bona azakirina Osman Kavala pêşda hatibûn, bona wê yekê ye, ku krîzeya êkonomîkîye li welêt bidine afûkirinê. Derheqa wê yekêda serokê partîya miletîyê-rêspûblîkîyê Kemal Kiliçdaroglû gotîye.
24-ê cotmehê Êrdogan elamî wezîreta karên der kiribû, ku baylozên wan deh welata ji welêt bidine derxstinê. Êrdogan ew yek hesab kiribû çawa tevbûna tevî îşê welêtî hundur. Nava navanîşa wan welatadanin ŞAY, Fransîya, Kanada, Fînlandîya, Nîdêrland, Norvêc, Danîya, Zêlandîya Nû, Almanîya û Swêd.
Kiliçdaroglû Twitter-ê da nivîsîye, wekî ew dikare bêje ku ev kirin ne ku parastina berjewandîyên miletîyê ye, lê bona afûkirina krîzeya êkonomîkî ye, ya ku serokê welêt xirab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button