Sereke

Dêra ermenîye li Dîyarbekirê wê wextê cejina mesîhîya bê vekirinê

Patryarxê ermenîyayî li Polsê Sahak Maşalyan van roja çûye Dîyarbekirê. Patryarx dîna xwe daye xebatên çêkirina dêra ermenîye li Dîyarbekirê, ya ku wextê pevçûyînên tirka û kurda zyanê ketibû. Ew paşê li cem serokê qeza Dîyarbekirê Myûnîr  Karaoglû qesidîye.

Anegorî înformasîya  Akunq.net-ê, serokê qeza Dîyarbekirê derheqa xebatên çêkirinêye li dêra ermenîye li Dîyarbekirê zanibûye. Herdu alîya jî bi razîbûn dane dîyarkirinê, wekî xebatên çêkirina dêrê pêşda diçin û heger usa berdewambe, ew ew xebat wê biharê ser hevda bên.

Hatîye dîyarkirinê, wekî têra tê dîtinê roja cejina mesîhîya dêrê bidine vekirinê. Serokê qeza Dîyarbekirê usa jî  pêşnîyar kirîye ku dêra ermenîye mayîn jî bidine dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button