Sereke
Hevt binelîyên edil wextê êrîşa çekdaraye li Dîyalê hatine kuştinê
Şebeqa 27-ê cotmehê li provînsîya Dîyalê careke mayîn gundek ji alîyê çekdarada hatîye êrîşkirinê, nava encamê kîjanêda hevt binelîyên edil hatine kuştinê.Hatîye gotinê, wekî êrîşkira fêrmek û çend avtomaşîne şewitandine. Hetanî niha eyan nîne ku ew kom ya DAÎŞ-ê ye yan na.
Pêşda hatibû ragîhandinê, wekî rojekê pêşda DAÎŞ-ê gundekî mayîn li vê nehîyê êrîş kiribû, wextê kîjanê 12 binelîyên edil hatibûne kuştinê û 15 jî birîndar bibûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî bi elametîyava pêşda hatine û ew êrîş gunehkar kirine.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî soz daye, wekî ew êrîş wê bêbersiv nemîne.