Sereke

Rêyên avtomaşîna jî wê bêne vekirinê: Paşînyan derheqa vekirina rêyada

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamênta Ermenîstanê, wextê dayîna bersivên pirsên parlamêntvana, elam kirîye wekî fikirdarî û axaftinên derheqa “sivderê”da atmosifêra herêmêye dijminatîyê û sertbûyî diha zêde didine kûrkirinê.

“Ez difikirim, wekî me bi elametîya 9-ê mijdarêye sêalî, bi xala wêye 9-a, daye dîyarkirinê,  wekî hemû tevgirêdanên êkonomîkî û transportê gerekê bêne vekirinê.Em wê fikirê diparêzin”,- serokwezîr gotîye.

Em bêjin, wekî Adirbêcan her dem derheqa vekirina wa gotî “sivdera Zangêzûrê”da dibêje. Yêrêvan elam dike, wekî gilî derheqa vekirina rêyên transportêdane.

Ev yek dide kifşê, wekî rêyên hesinî, yên ku wededa hebûne, gerekê gav bi gav careke mayîn xebata xwe destpêkin û bona welatên herêmê ew yek hêsa bê mîyaserkirinê. Rêyên avtomaşîna jî gerekê bêne  vekirinê.Ez difikirim, wekî nava vê yekêda pirsa bêqezîyabûnê jî heye”,-Paşînyan gotîye.

Bi fikira Paşînyan, nava pirsa vekirina tevgirêdanaye li herêmê Yêrêvan  nêzîkbûna bi femdarî  dide kifşê. Ewî serda zêde kirîye, wekî niha pirsa rêyên  cîguhstina bara tê gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button