ÇandSereke

Şikilkêşa kurd tevî pêşengeha li Ûralê bûye

Projeya Rûsîyayêye navnetewî, ya ku li Ûralê hatîye teşkîlkirinê, li Yêkatêrînbûrgê û li bajarên mayîn ji 2-ê cotmehêda hetatanî 5-ê kanûnê wê derbazbe. Îsal têma derheqa pêşengehêda ya derheqa pevgirêdanên merivatîyêdane.

Ev pêşengeh bi înîsîyatîva merkeza beşa Ûralê hatîye teşkîlkirinê. Pêşenegeh ji sala 2O1O-da hatîye teşkîlkirinê û ew dikeve nava asosîyasîya navnetewî.

Tevî pêşengehê dibin 5O şikilkêşên ji Rûsîyayê û welatên mayîn. Şikilkêşa kurde ji Tirkîyayê Mehtab Baydû jî tevî pêşengehê dibe, ya ku têma xweye derheqa bîranînên xweye zarotîyêda, yên ku derheqa tradîsîyayên kurdîdanin, raber kirîye.

Mehtab Baydû li Bêrlînê dijî û dixebite.Xebatên wê wextê pêşengehên cuda-cuda hatine raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button