Sereke

Ermenîstan tevî Rûsîyayê mecalên helkirina heleqetîyên ermenîya-tirka gotûbêj dike

Ermenîstan tevî Rûsîyayê wê yekê gotûbêj dike, ku çawa dikarin nava şuxulkarîya normalkirina heleqetîyên ermeîya-tirkada pêşda bilivin.

Armênprêssê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan  gotîye.

“ Me gelek cara gotîye, wekî em hazirin tevî Tirkîyayê normalkirina heleqetîya gotûbêj bikin. Min usa jî gotîye, wekî em tevî Rûsîyayê wê yekê gotûbêj dikin, ku çawa em dikarin nava vê şuxulkarîyêda pêşda herin. Bi fikira min, wê diha kardarbe, wekî em wan xebata destpê bikin, çimkî him me û him jî alîyê tirka dane dîyarkirinê, wekî nîşanên baş hene û em dikarin normalkirina heleqetîya destpê bikin”,-Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button