SerekeSîyasî

Êrîşa li Sûrîyayê piştî hevdîtina Baydên û Êrdogan wê destpê bibe :sîyasetmedarê kurd

Pirsa derheqa mîyaserkirina opêrasîyonên li Sûrîyayê li ber Tirkîyayê nesekinîye, tenê pirsa wedê destpêkirina opêrasîyona heye. Anegorî înformasîya RÎA Novostîyê, derheqa wê yekêda berdevkê berê, yê hêzên xweparastina kurdaye li Efrînê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî opêrasîyona Tirkîyayêye li Sûrîyayê wê bi texmîn piştî hevdîtina serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan û serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên destpê bibe.Bi gotina wî, heger  Ştatên Yekbûyî “îşiqa kesk” bona derbazkirina opêrasîyona nede, wî çaxî Enqerê gavên provokasîyon biavêje. Bo wê yekê jî pirs nava wê yekêda nîne ku opêrasîyonê bibe, yan na, lê pirs nava wede da ye.

Derbgîhandina hîmlî wê berbi nehîyên provînsîya Helebêye bakûr be, ji alîyê  Ezazê û li nehîya bajarê Ras Al Eynê de, li provînsîya Hesekê,-sîyasetmedar gotîye.

Bi wê yekêva tevayî, Tirkîya hazir e dewsa mîyaserkirina opêrasîyona dijî kurda, ya li bakûrê Sûrîyayê, rêya M-4-ê bide vekirinê. Êrîş wê bi çar alîyava bê mîyaserkirinê, bona ku xetên di navbera têrîtoîyayên kurda da  ji hev bide qetandinê û zona tirkaye bûfêrîyê bighîne hev.

Em  bêjin, wekî hevdîtina Baydên û Êrdogan dikare wextê civîna li  Romayê, ya 2O welatên mezin, yan jî wextê civîna girêdayî klîmayêra derbaz bibe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button